Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi kurdî helbestên herî xweş] de;


1. Helbestên ku di kurdî de pirtirîn tên ecibandin in.



(bnr: gulfÎroŞ)



Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,

Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.

_____________________Gul bi dil didî.



Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,

Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.

______________________Gul bi dil bidî.



Bazar me kir go, ser bi ser nadim,

Ê gulperest bî, can û dil didî.

__________________Can û dil didî.



Min go kî didî, can û dil bi gul,

Go: ev bazar e, dil bi kul didî.

___________________Dil bi kul didî.



Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,

Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.

____________________Dil bi gul didî.



cigerxwîn



29.03.2016 23:37 | gumgumok