2. Rewş û hîsên ku di bin bandora dopamîn û noradrenalînê têne holê.
Dopamînn û norepînefrîn di preoptîk area a hîpotalamûsê de sîsika accumbens hişyar dikin. Ev sîsik jî weke bi tirkî tê gotin "odul merkezî" yanî cihê armanc û pêşbaziyê ye. Îda ji wê pê de armanca mêjî evandî ye. Ji kerbê evandîye, ji kul û derdê evandîyê çi pêşbazî, çi bêaqilî, çi boş û belaşî hebe evîndar xwe dide ber. Dîyarîya mezintirîn nêrîna yarê ye. Ji bo mijgulên yarê aman û neman e . mîna eroînperestîyê ye . mirov dihetike. Mêjî gêjo mêjo , dil şaşo maşo dibe.
Weke guléé gotî, carinan ji xweşiyê di nava yekî de pirpirî difirin, carinan jî hemû êş û kûl û derd û zarzar e.
Netirsihin hevalên evîndar. Ew dopamîn û noradrenalîn çawabe jî wê bikeve û evîndarî biqede.
ji bo wisa evîndarî hetîketî ye.
Çavên xwe veke. Bi vî çavî jî binêre.
|