Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ka] de;

1. Di zimanê rojane de, ji bedêla ji kerema xwe ve tê bikaranîn. Weke ''ji kerema xwe ve'' ne fermî ye. Li deşt û zozanên nisêbîn, hezexê jî tê bikaranîn. '' ji kerema xwe ve'' nayê bikaranîn li van deran. An jî kêm bi kêm .



Mînak: ez gelekî betilîm. Ka arî min bike (ji kerema xwe ve arîkarîya min bike)



A- ez ê biçim avdanê,.

B- hê zû ye. Ka rûne,gezek nan bixwe lo.





Bi xêra dê û bavê xwe ka avekê bide min.



(bnr: ji kerema xwe re)

(bnr: şika)



Not: gelê me ji peyvên dirêj hez nake. '' Ji kerema xwe re '' pir dirêj e.





Edît: weke rateqîn gotî, wateya duyemîn kûrtasîya ''kanî''ye. Bi tirkî '' hani nerde'' tê gotin.



04.04.2016 15:44 ~16:01 | gumgumok