1. Navê vî papaxanî heval e. 2 salî ye.piştî şerê sûrê dev ji kurdî berdaye. Gunihê reşê. Feqîrê xwidê. Ji tirsê
Tişta ecêb ewe ku xwidyê ''heval'' tiştek nemaye ku nekirîye.
Antîdepresan, myzik,stran û dengbêjên kurdî ji bi tedawîyê bikar tînî.
Nûçeya rûdewê :
Şer, pevçûn û qedexeyên ku li navçeya Sûrê ya Amedê 4 mehan berdewam kir, ne tenê li ser mirovan, li ser ajalan jî bandoreke neyînî kir.
Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê ne tenê psîkolojiya mirovan, psîkolojiya ajalan jî xira kir. Papaxana (tûtî) bi navê Heval ji ber ku 20 rojan di şerê Sûrê de asê mabû, psîkolojiya wê xira bû. Papaxana ku berê 50 pevy derdixistin, bi kurmancî û zazakî jî hîn bibû, niha ji ber psîkolojiya wê xirab bûye, qet deng dernaxe. Ew bê zar û bê ziman maye.
Navê vê tûtiyê Heval e. Ew 2 salî ye. Beriya ku li Sûrê şer dest pê bike, vê tûtiyê bi qasî 50 peyvan derdixist. Hem bi kurmancî û hem jî bi zazakî peyv derdixistin. Ji ber ku ew jî 20 rojan li Sûrê di nava şer de asê mabû, niha yek peyvekî jî dernaxe.
Xwediye tûtiyê Alaattîn Kiliç ji Rûdawê re wiha got, Ji ber ku psîkolojiya tûtiyê xirab bûye, pêşî dengê "bom" derxistiye û Piştre jî dengê psîk û kûçikan. Lê niha tu dengekî jî dernaxe.
Baytar ji bo başkirina vê tûtiyê dest bi tedawiyê kirin.
Ji ber ku bi hebên antî-depresan psîkolojiya Heval baş nebûye, ew niha rêbazeke din diceribînin; muzîk, stran û dengbêjiya kurdî. Ew hêvî dikin ku Heval bi stranên kurdî baş bibe û careke din ji wan re bibêje "rojbaş
Here lînkê
|