Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gumgumok

profîla "gumgumok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teberik] de;

4. Tişta pîroz, tişta şefa kû bi niyeta şefayê qetekî biçûk jê tê xwarin.



Tê bîra min . Wextê ez biçûk û xewn û xeyalên min mezin , ji hoperlora mizgefta gund yekî bang dida ''gelî gundiya, îro emê çine ziyareta şêx ''. Pişre gundîyan tevde , her malê dîyarıyek tanîn. Hineka mirîş, hineka elok, hineka qaz, hineka genim, nîsk, pere, gîsk, berxik... werhasil ti kes destevala ne diçû. Çi gû hebane dibirin. Bona ku ce bêqîmet bû ti kesî ce nedibir.



Romorka trektorê tijî dikirin û tevde diçûne ziyaretê.



Şêx, li gundê tirseqanê bû. şêxê tirseqanê.



Sibehê gundî diçûn dora esrê divegerehan. Tê bê qey çûne hecê. Şêx jî hediyeyek dida gundîyan. Nan. Jo bo herkesî qetek nan dida. Vêca cîya me ew qetê nan dikire qet û heryekê piçek dida me. Di got '' bixwin bixwin , ev tiberika şêx e. Yanî şefa ye. Derman e.



Ya rastî ew nan ji binî nexweş bû û ti kesî jî jê hez nedikir. Nanekî, hevîrî û tirş bû. Jo xwe re min di dot ''jina şêx ji binî nizanê nên çêbike'' . Erê wela tê bê qey şêx henekê xwe bi gundîyan dikir.



Ew gûndîyan hemû jî feqîrê xwidê bûn. nan nebû ku bixwin.



12.05.2016 00:16 | gumgumok