Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cirano

profîla "cirano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [charles baudelaire] de;

1. Charles Baudelaire (z. 9'ê avrêla 1821, Parîs - m. 31'ê tebaxa 1867, Parîs), rexnegîr û yek ji helbestvanên mezin yên fransî û avakerê helbesta nûjen e.

Ji ber ku dêya wî ya hîn ciwan piştî mirina bavê wî ji nû ve zewiciye, wî zarokahiya xwe li cem bavê xwe yê demarî ku kesekî fêhmê wî pirr kêm û teng bû, pirr dijwar derbas kiriye. Ev jî bandorek mezin li jiyan û li helbestên wî kiriye. Hîn di salên lîseyê helbestên wî bala dorê dikşînin.

Dest bi xwendina hukûkê dike lê hîn 19 salî bûye ji bo ku dest ji wêjeyê berde û jê sar bibe malbata wî, wî didin keştiyek bazirganiyê û diçe heyta Hindistanê.

Piştî vedigere Parîsê di rojnmeyan de dixebite, di sala 1845'an de hewldana xwe kuştinê dike lê bi sernakeve; demekê bi siyasetê dixebite, heyta navê wî di nava amadekarê Şoreşa 1848'an de jî derbas dibe. Di vê navbênê de rexne û gotarên li ser hunerê diweşîne.

Helbestên Edgar Allan Poe wedigerîne franskî û bi vî hawî jî wî bi fransiyan re cara yekem dide naskirin.

ji ber tawana ku 6 helbestên wî yên ku di Les Fleurs du Mal (Kulîlkên êşê) cî digrin mûzir i û carisiyan li Xwedê dikin Baudelaire dihê girtin û mehkûm kirin.

Li jiyana beradayî ya Parîsê nexweşiya frengiyê pê digre û dibe kêşê efyûn û esrarê.

Du salan li Belçîkayê maye. Piştî vegerê felç bû ye û pişt re li Parîsê jiyana xwe ji dest daye.

Baudelaire bandorek mezin li ser helbestvanên nûjen kiriye.





Him kêr im him brîn

him rû me him şîqam



17.07.2013 14:23 | cirano