Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [28.06.2014 paşîva pêşîn ya meha remezanê] de;

1. Paşiva ku îro emê rabinê ye.. Dema em piçûk ti kesî em ne dirakiran paşîvê û me gellek mereq dikir gelo dê û bavên me nîvê şevê dirabin û ji ber çi xwarinê dixwin.. Hesreta me bû ku em jî rojekî rabin û bi wan re paşîvê bixwin..

Weke din dema paşîvê daholvanan dahol lê dixistin û me gurme gurme daholê dikir.. Dema dengê daholê dihate me me digot ka ew deng dengê çiye. Pêde pêde me zanî ku ew daholvan in... Carinan dê û bavên me em di rakiran paşîvê û me diçûya deriyê hewşê divekir û em li benda daholvan bûn..Ew daholvan ji me re wek kesekê efsûnî bû.. Dengê dahola wî dihate me lê me nedidît..Di tariya şevê de ber deriyê me re dibihûrî û diçê..



27.06.2014 21:46 | nan û av