Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nan û av

profîla "nan û av"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nobeda mamosteyan a li dibistanê] de;

8. Weke Tirkan gotî "sidik yarışı" ne lazim e. Di gotina " seetê 2 -3 nexweş tên" de qesta min nexweşxaneyên taybet bûn. Ji ber ku çend caran îşê min ket acîlê û ez çûm nexweşxaneya taybet. Li wir seetekê de herî zêde 4 an 5 nexweş hatin. Lê bê guman di nexweşxaneyên dewletê de barê bizîşkan gellek giran e û nobetên wan zortir in. Lê karê mamosteyan jî ku bi qasê ji derve ve xwiya dikê ne hêsan e. Dibêjin; Kesê ne li govendê xweş reqqas e. Herkes ji derve ve îşê yê dî ji yê xwe rehettir dibînê



26.11.2019 15:01 | nan û av

3. Ez wek mamosteyekî dikarim bibêjim ne karekê zor e ku ew qasî behs tê kirin. Nobeta me pirranî roja dersên me yên herî zêde heyî de ye. 7 saet ders û 6 teneffus. Her teneffusek 10 deqqe. Bi vî awayî mirov hinekî di westê. Di dersê de nêzîkê 45 xwendekaran ve û di teneffusê de bi hemî xwendekaran ve mijûlbûyîn bivê nevê mirov diwestînê. Karê me nîvroj e lê di dema kar de îmkana te ya bêhnvedanê nîne.Tu her ders bi xwendekaran ve mijûlî.
Li nexweşxaneyan belkî ev qas trafîk nebê.Di dema nobetê de serê seetê 2-3 nexweş enceq hebin. (Eger xelet bin lêborîna xwe ji hevalên doxtor û memûrên nexweşxaneyê dixwazim.)



26.11.2019 10:49 ~10:52 | nan û av