Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xewnname

profîla "xewnname"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûyerên ecêb yên li ser dinyayê] de;

4. Tiştên ku meriv ji merivtiyê derdixin ku îro hatî serê min. îro li cihê ku ez dixebitîm çalakiyek hebû û hêdî hêdî jî milet kom dibûn. neyse ez derketim ser merdêwena û ji valahiya merdêwenan li jêrê dinêrim, her tişt ji min eyan e, kê ji jêr tê û diçe, çi dike dibînim. Helbet ne bi vê niyetê li wir im. Min dît ji jêrê mêrek 40-45 salî ber bi jor derdikeve, di destê wî de jî mendîlek pozê xwe paqiş dike. Her ku çend pepelûka derdikeve mendîla xwe kom dike û davêje pepelûka. Heta xwe gihand qata herî jor çar pênc caran her vê halê xwe berdewam kir. Ez pir ecêpmayî mam. Neyse min got bila were ez bidim hîskirin ku min van kiryarên wî diye belkî hinek şerm bike, belkî bikeve binê redê û em jî jê xilas bibin. Helbet ez camêr nas dikim, herdem tê û diçe û qaşo parêzerek di ser pozê xwe re ye. Hahoo. bi Mendîla xwe ya dawî jî firnikê xwe yê mezin ku ji paqişkirinê fire bûne temîz kir û dîsa avêt derenceya. Wê kêliyê awirên me li hev qelibîn. Helbet ez hinek poşman bûm û hinek şermîn bûm. Ez di hişê xwe de difikirîm ku qe nebe rahêje mendîla xwe ya dawî bigre. Niç û niç. qet xema wî nebû û dema di ber min re derbas bû bi rûyek kenok got "çawanî kekê" ez bîna navê xwe dizanim ku ji wî zêdetir min şerm kir. tobe ku ez carek din tiştek wiha bibînim xwe lê daynim. Na welleh na. hew.



04.06.2016 19:39 | xewnname