Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [epub] de;

1. cûreyeke e-pirtûkan e ku mirov dikare li cîhazên mobîl bikarbîne. cara yekem ji bo ibooks-ê hate afirandin lê paşê li hemûyî cîhazên mobîl belav bû.



carê min digo ev çi ehmeqî ye ma çi tama wê heye? heke ku mirov bêhna pelên pirtûkê nestîne, heke ku qirêja destên xwêdayî li ser pelan nebîne ma dê çi tamê jî bistîne. lê mixabin êdî li jiyana metropalan ti kes nikare rahêje pirtûkekê û ew bixwîne. lê bi saya epubê mirov dikare çi wextê vala bibîne dikare ji xwe re pirtûkan bixwîne. min ku va salek e xîret nedikir pirtûkekê bixwînim ku çend caran min hewl da jî hemû nîvco diman bi saya epubê pirtûkekê xwend û ezê berdewam jî bikim.



04.05.2014 03:44 | oxir