9. ji kerema xwe re, ka ji dêleva "mîh"ê, "mih" binivîsin û bixwînin. Bê wek hûn diparêzin, ji nav lêvên we ew dengê ku hûn dixwazin, derdikeve yan na? |
|
22.07.2013 18:24 |
devliken kelogiri
|
8. pirê caran dema ji dêleva "î" yê ku tu "i" yê bi kar tînî, peyv xav derdikeve û ji wateya xwe dûr dikeve. Lewma jî çawa tê guhên mirov, divê wisa jî bê nivîsandin... |
|
22.07.2013 18:19 |
devliken kelogiri
|
7. wele heyrana çavên we yên kesk û sor û zer. ez û çend hevalên xwe yên nivîskar, me biryar da ku çawa tê bilêvkirin, em ê wisa jî binivîsin. heke berî "y" û "h" yê "î" hewce ye, em ê "î"yê jî binivîsin. hayê min jî û hayê hevalên din jî ji vê qeydeyê heye, lê em di wê bawerîyê de ne ku, divê ziman neyê tengijandin. çawa tê gotin, wiha jî bê nivîsandin. yanî li gor dîtin û nêrîna van hevalên li jor agahî dane, ew pispor û em jî nezan an jî sêlek in. de bila wek we be, lê em jî têra xwe kurd in û bi kurdî zanin û em ji ya xwe jî danayên, vê jî zanibin hevalino! |
|
22.07.2013 18:15 |
devliken kelogiri
|