1. mestûre kurdistanî an jî mestûre erdelanî
Mestûre Erdelanî, Mah Şeref Xanim Mestûre Erdelan (1805 - 1848) helbestvan û nivîskareke kurd e.
Ew li bajarê Sîneyê ji dayîk dibe û li Silêmaniyê mezin dibe. Ji malbateke desthilatdar bû. Bi zimanê Erebî û Farsî jî dizanî. Ew wekî yekemîn dîrokzana rojhilatê navîn jî tê zanîn. Li ser binemala Erdelan, bûyerên demê tomarkirinên girîng ên dîrokî kiriye. [wîkîpedîa]
di lîteratûra kurdî de him weke dîroknas û him jî weke helbestvaneke mezin tê zanîn.
Mirina Xusrew Xan ê hevserê Mestûre Kurdistanî, li ser wê tesîreke neyênî ava kiriye û bûye sebebê diltengiya wê. Mestûre Xanimê jî hawara xwe gihandiye helbestê.
Xusrew wehar en, Xusrew wehar en
Kor bam ce dîde feslê wehar en
Mewsîm cilûs gul gulzar en
(Ey Xusrew! Bila çavên min kor bin ku tu ne li vir î, va demsal bihar e, çaxê vebûna gul û geşbûna gulzaran e.)
|