Tirşik - Profîl
tirşik-profîla amedî

profîla "amedî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pûng] de;

5. Welle navê pûngê weke "n'anê" tê bîra min.

pirê caran ez û hevalekî xwe roja duşemê diçin bazarê. yek ji me bi kurmancî yê din jî bi tirkî diaxive. Ev car hevalên min min tenê hiştibûn. canê wan sax be. li bazara enqereyê gelekî kurmanc hene û em jî dibêjin bila him em hinekî ji xwe re bi kurdî bipeyivin û him jî gava famdikin ku em hatine vî welatî ji bo xwendinê ji me re an fiyetê dadixin an jî tiştine din bê pere dixin nav tûrikê me. ew kurdên li sûkê bi piranî ji qereyazî, qers, heymena û hinek cihên din ên anatoliya navîn bûn.

Min kartol, fringî, mûz û xiyar kirîbû hê ku ew di destên min de bûn hinekî li jora min 4-5 kes li ber dezgeyeke dirêj bi hev re bi kurmancî diaxivîn. Min rast berê xwe da wê derê. Rojên min ê li gund di nav zeviyê sebzeyan de hate bîra min. Min got: "Qewet be." Gava ku min wisa got min jî gote qey ew ê hemû li dora min bicivin û hal û rewşa min bipirsin. yekî ji wan cewab da û bi min re eleqedar bû. Dilê min him danûstêndinê him jî hinek axavtinê dixwest lê wekî kiriyarekî normal bi min re bi kurmancî diaxivî. heçku vê bûyerê her di bîra min de ye: "em ji xwîna hevin." tewerê bi tirkî ji min re gotibû. ez dibêjim qey xwediyê vê gotinê hesreta dîtina kurdeki bû. bi wê gotinê ez metel mabûm. min ji xwe re got law ma ev netewperestekî kurd e çi ye?

Werhasil min jê kîloyek gizêr, tûzik û tirşî xwest. dagirt. xiste tûrik. min pere dirêjî wî kir. rakirê. pênc şeş heb tiviran jî avête nav tûrikê gizêran û pirsî: "Tu'j ku yî?"

- Ez ji amedê me, ji diyarbekrê.

- Hûn ji ku derê ne?

- Em ji qereyazîyê ne.

- Ma pûngê jî naxwazî?

- Pûng? kîjan e?

Rakire pûngê û nîşanî min da. got:"gelkî baş e ha."

- ka bide. ez pûngê jî hildim.

Min rakire tûrikên xwe û ez ketim rêya malê. di heman demê de hate bîra min ku li mala me ya kevin di nava bexçê me de li kêleka sîran tevî bêhna xwe ya tûj û bi dengê rehmetiya dapîra xwe di hişê min de “pûng” vêket.



09.03.2014 12:31 | amedî