Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gurê manco

profîla "gurê manco"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdiya tirşikê] de;

5. "Bi dîtina me, yek ji pirsgirêkên here mezin di rastnivîsandina zimanê me de, pirsgirêka lêkera BÛN e. Em dixwazin vê carê, di vê nivîsa xwe de, li ser vê mijarê rawestin. Lêkera BÛN di zimanê me de bi sê maneyên têvel(ji hev cida) tê bikaranîn; yanê em dikarin bêjin, ku sê lêkerên BÛN hene:



1) BÛN bi maneya „ji dayîk bûn“. Nimûne-1: Ez sala 1945an ji dayîk bûme. Nimûne-2: Belkî di vê sedsalê de rêberekî Kurd ji dayîk bibe û hêza hemû Kurdan bike yek.



2) BÛN bi maneya „kesek dibe tiştek“. Nimûne-1: Azad bû mamoste. Azad dibe mamoste. Azad dê bibe mamoste.



(Lêkera BÛN, bi van herdu maneyên li jor, ne mijara vê gotara me ye.)



3) Lê belê maneyeke sêyem ji lêkera BÛN re heye, ku em dixwazin di vê gotarê de bi taybetî li ser wê gengeşiyê bikin; mebesta me bi pirsgirêkê jî her ev lêker e.



Hema di piraniya zimanên hindo-ewropayî de, ku zimanê me jî yekî ji wan e, lêkereke bi vî şêweyî heye.



Wek nimûne, di zimanê înglîzî de “verb to be”. Gava ev lêkera “be” di zimanê înglîzî de li gor kesan tê kesandin (to conjugate), bi vî awayî tê gotin:



yekejimarî gelejimarî

------------ ------------

kesê yekem: I am We are

kesê duyem: You are You are

kesê sêyem: He (She, It) is They are



Di zimanê me de, ev lêkera BÛN bi du awayên têvel tê kesandin. Awayê kesandina wê li gor tîpa dawiyê ya bêjeya pêş wê ye; li gor ku ew tîp dengdar e, yan jî dengdêr e.



Ji bo ronahîkirinê, ka em du navdêran ji xwe re wek nimûne bigirin, ku yek ji wan bi dengdarekê û yê din jî bi dengdêrekê diqede. Ka em bêjeyên „Kurd“ û „mamoste“ ji xwe re wek nimûne bigirin. Hîngê lêkera BÛN di dema niha de bi vî awayî tê kesandin:



1) Awayê yekem, nimûne „Kurd“:



yekejimarî gelejimarî

------------ ------------

kesê yekem: Ez Kurd im Em Kurd in

kesê duyem: Tu Kurd î Hûn Kurd in

kesê sêyem: Ew Kurd e Ew Kurd in



2) Awayê duyem, nimûne „mamoste“:



yekejimarî gelejimarî

------------ ------------

kesê yekem: Ez mamoste me Em mamoste ne

kesê duyem: Tu mamoste yî Hûn mamoste ne

kesê sêyem: Ew mamoste ye Ew mamoste ne

ji bo temamê gotarê (bnr: http://www.pen-kurd.org/kurdi/mustefa-reshid/ziman/pirsgireka-lekera-bun.html)

ev awayê dawî yê lêkera bûnê (ing. verb to be) tê pişt navdêran, hevokên navdêrî çêdike û cihê tê nivîsîn. li pişt lêkereke bingehîn nayê, yanê nabe lêkera lêkerê. loma hevokên bi vî rengî têne sazkirin çewt in, ev hevoksazî di kurmancî de tune. ez di soranî û farisî de jî lê rast nehatime. her wiha min di nivîsên osman sebrî û celadet bedixan de jî nedîtiye. min çend mînak di peyam kurdiya tirşikê/23720 de dabûn, ji bo mijar ruhntir bibe ez ê mînakeke din jî bidim:

- formata ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar "ketiye ye."

biya min an divê forma dema niha ya lêkera bûnê (ye) neyê bikaranîn:

- formata ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye.

an jî, heke em bixwazin forma dema niha ya lêkera bûnê bi kar bînin, divê em wê berî "ku"yê binivîsin:

- formetek e ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye.

- ew formet e ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye.

- ji wê formatê re tê gotin ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye.



15.01.2014 20:46 | gurê manco

1. kurdiyeke xerîb e ku hevoksaziyên mîna "cenga ku xwezî heta cemaat tune bûbûya dom bike ye.", "şerê ku roj bi roj gurtir û dijwartir dibe ye..", "şerê ku her dîçe kurtir dibe ye" vedihewîne. wisa xuya ye ku ev hevalên me ji tirkî wergerê dikin, yanê gelek tekst (metn) ji tirkî wergerandine heta ku ev sentaks li serê wan bûye bela.



15.01.2014 13:42 | gurê manco