Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hemdilaarda

profîla "hemdilaarda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [besam mistefa] de;

7. Min bi xeletî şîroveya birêz #rojgar kir, bila li min bibûre. Ji dêvla min ê pê li ecibandinê kiriba tilîya min çû li ser "naecibînim"ê. Ji sedî sed ez heq didim e şîrova wî/wê.

Vê taliyê min du wergerên wî xwend. Her du jî pirtûkên Bextiyar Elî bûn. Yek "apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir" a duda jî " êvara perwaneyê" bû. Du romanên ji her alî ve xurt û xweş bûn. Di rista wan de min ti xeletî yan jî lixwegerandineke ecêb nedît. Feqet ez dibêm ev bi kedeke zêde û bi zehmet min xwebixwe kişf kir. Wergêr jî wek ku ji bo xwendevan jê fêhm neke peyv zêde li hev gerandibû. Cî bi cî di hevoksaziya wî de xeletî derdiket pêş me. Ev romanên wenî herikbar wî kiribû xetimbar! A din jî berî ev berhem çap bûyî bûna diva bû bihata xwendin ji teref çend kesan û piştî tespîta xeletiyan sererastkirî lazim e çap bûba. Tespîteke min a din jî ji bo "êvara perwaneyê" ye, wergêr piştî rûpelên 150yan şûnde wek ku li xwe hayl bûye, nizanim hinekan alî kirîye, çi bûye wergera wî hinekî bi ser xwe de hatiye.



08.02.2021 14:09 | hemdilaarda