Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [robocop] de;

1. filma josé padilha a ku di sala 2014an de ketî vîzyonê ye. tê de joel kinnaman, gary oldman, michael keaton dilîze.



filmê de sal 2028 e. û teknolojiya robotan gelekî bi pêş ve çûye. ev robotên nû ji bo ewlekariyê tê bikaranîn felan. mijara filmê balkêş xûya dike yanê. ji xwe min jî ji ber vê lê temaşe kir.



ne wek hêviya min bû. eslê xwe de ez ji filmên zanistî gelek hez dikim lê ev film ne xweş bû. şûna ew qas pere xerc bikirana ji bo grafîk û dîmenê, ji xwe re senaryoyek maqûltir û baştir bidîtan baştir bû. bi taybetî piştî 30 xulekên pêşîn hindik mabû dev jê berdim. lê paşê hinek baştir bû û min qedand.



ger hûn ji filmên robotan felan gelek hez bikin temaşe bikin lê hey ne, ne hewce ye..



puana min jê re 65



17.06.2014 01:02 | brusk56