Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di telefonê de bikaranîna tirşikê] de;


1. tişta ku wê herî rehet bi mobîl versiyona tirşikê bê kirin lê hetanî mobîl versiyon bê çêkirin jî alternatîfekî me heye.

min heta niha hema bêje hemû bernameyên browserê ên di androidê de ceriband. tenê uc browser hinek kêrhatî bû ji bo tirşikê lê di wê de jî divê mirov hemû sernivîsan di pencerek nû de veke.



nexwe, mirov çawa dikare tirşikê di telefonê de bi awayê herî baş bişopîne, bixwîne û binivîse ?

wisa ;

- bernameya opera miniyê ku ji megabaytekê jî biçûktir e, daxînin telefona xwe.

- operayê vekin û di mihengan de, vebijêrka bi tirkî "tek sutun gorunumu"* hilbijêrin.



bi vî awayî hûn dikarin gelek bi hêsanî peyamên hatî nivîsandin bixwînî û tirşikê bişopînî. bi vê rêyê hûn dikarin têketinê bikin û peyaman jî binivîsin lê ;

a yekemîn ; carinan mirov nikare biweşîne û peyama mirov wenda dibe, ji ber wê jî, beriya şandina peyama xwe teqez kopy bikin.

a duyemîn ; piştî we peyama xwe nivîsand, ger hûn xeletiyekê bibînin, nikarin rast bikin. ji ber ku di operayê de vebijêrka rastke nayê nîşandan.



27.06.2014 14:17 | brusk56