Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li amedê di mîtînga hdp'yê de teqîna bombeyan] de;

9. Teqîna ku ez û birayê xwe bi hev re tam diçûn qadê qewimî. Min bi hevalên xwe yên nobedar re axivî gotin alikarî lazim e û ez jî di cî de çûm acîla zaningeha dîcleyê. Te dî Bi tirkî dibêjin "kan gövdeyi götürüyor". Rewş eynî wisa bû. bi sedan birîndar, bi dehan kesên ku ling şkestî, mirovên birîndaran ku hemû aqlê xwe wenda kiribûn tu kesî nedikarî wan bisekinîne. Min hê jî şok derbas nekiriye.

Hevala min jîcli qadê bû nîv saet beriya teqînê me axivîbû. Piştî teqînê min kir nekir, min nekarî xwe bigihînim. Hindik mabû mejiyê xwe wenda bikim. Dema hatim acîlê û min dê bavê wan birîndaran dîtin, min hestên wan gelek baş fêm kir.herkes digîrî û zarokê xwe digeriya. Yekî digot "ji bo xwedê bihêlin ez cara dawî bibînim"....



Mirov dema ji dûr lê dinêre, belkî dibêje 3 kes miriye bûyerek ne ew qas mezin e. Lê mixabin birîndarên ku wê seqet bimînin ne bin 15 kesan e..



06.06.2015 17:23 | brusk56