Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [28.11.2015 kuştina tahîr elçî] de;

26. ya ku hêdî hêdî derdikeve holê ku ji alliyê polêsekî ve hatiye kirin.

Here lînkê



15.12.2015 01:02 | brusk56

25. bi guleya polêsên dewleta tirk çêbûye.



07.12.2015 10:44 | brusk56

21. li gor selahattin demîrtaş, bi guleya çeka polês qewimiye.

http://www.radikal.com.tr/politika/demirtas-tahir-elciyi-olduren-kursunun-polis-silahindan-ciktigi-kesin-1483462



30.11.2015 21:56 | brusk56

18. mêrkujiya ku tê de ji bo kurdan peyamek cûda ji bo tirkan peyamek cûda heye.

dewlet ji kurdan re dibêje ; erê min kuşt. (ji ber ku wek navê xwe dizanin kurd wisa bawer dikin) gel li pey min e. ez xwedî quwet im. ger tu dev ji şer bernedî, ez ê weke salên 90an, zanayên te jî, rêber û pêşengên te jî bikujim.



ji tirkan re jî dibêje ; binêrin em bi mirovên çawa şer dikin, şerê me çi qas şerek mafdar û rewa ye. binêrin tahîrê ku digot pkk ne terorîst e, ji ber pkkê mir.



29.11.2015 19:51 | brusk56

16. bûyera ku %99 ji bi plana dewletê hat kirin. ne sedî sed e ji ber ku min bi çavê xwe nedît.

tahîr elçî bi 20-30 parêzeran diçe li wê derê daxûyaniyek dide, tu tişt li wan parêzeran nayê û tenê tahîr elçî bi guleyek tê kuştin. çawa hûn dikarin vê yekê weke tesadûfek bibînin gelo ? yanê tam tahîr elçî li wê derê bû şer derket û bi xeletî hat kuştin newsa ?



serokê baroya amedê ye, beriya mehekê ji ber ku gotiye "pkk ne rêxistinek terorîst e" hatiye binçav kirin. bi sedan telefonên gefê jê re hatiye... mirovek wisa bi tesadûfî namire.



dewlet ma bendê û dema wext hat kuşt. ev yek di holê de ye. nebêjin 2 polês jî miriye nexwe ev ne karê dewlet e. tu kes nabêje ev plana wan polêsan bû. yê ku plana tiştên wisa dikin en mamûrên ji rêzê yên asayîşa amedê ne.



li vir nivîsa ahmet şik heye di derbarê vîdyoyên bûyerê de ye ku dibêje li gor dîmenan kûjer bi îxtîmalek mezin ne ydgh e.



29.11.2015 19:39 | brusk56