Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê] de;

38. heçiyê tevlî bû hezar spas ji wan re. şevekî xweş bû *

tesîra wê ji xwe ji rewşa tirşikê dikare were fêm kirin. me got belkî ev rewşa karantînayê ji me re bibe firsendek û wisa jî bû. gelek kes bi hebûna tirşikê hesiyan. ji xwe armanç jî ev bû.

lêê, bi min dikarîbû gelek baştir bibe. çima "gelek" baştir nebû ? ji ber ku amedekariya me pir qels bû.
ê ku ma kê ev bû. divê me ji nav xwe bi qasê 10 kesan bijarta û 10-15 roj berê despê bikira û soza tweet avêtinê ji navdaran bixwesta. belkî haya gelek nivîskarên tirşikê jî ji kampanyayê tune bû.

ji ber ku, mînak hesaba min a twitterê de 400-500 kes hene. ez hezar tweet jî bişînim diçe heman kesan û ji xwe beriya niha belkî min hezar tweet avêtine * yanê kesekî nû bi tweetên min, haydar nabe. lê navdarûn kurd ên weke fehim işik, simir rûdan, ibrahim xelîl baran û hwd tweet bişînin ên ku beriya niha nebihîstine, pergî van tweetan tên.

tesîrek din a van kampanyayan çêdibe. nivîskarên me yên kevin ê ku beriya çend salan van deran terikandine çûne, dema rasta tirşikvanan tê, kelogirî dibe û vedigere * ji xwe hejmara nivîskarên me gelek zêde ye(1146).

carekî din destê her kesî sax be.



02.05.2020 17:26 | brusk56

24. aniha ya giring ew e ku hesabên xwedî bi hezaran şopîner tweet bişînin. ji kerema xwe re ji wan bixwazin, ên min ji wan xwestî bi piranî qebûl dikin.

ji ber ku tu çi qas tweet bişînî bişîne heman kes dibînin..



01.05.2020 20:47 | brusk56

20. kampayaya despê kirî ye.
em bi taga #tirsiknet ê li twitterê ne kerem kin.



01.05.2020 20:10 | brusk56

16. a ku wê piştî 2 saet din despê bike û wê heta derengê şevê bidome.
hûn amade ne hevalno ?



01.05.2020 17:52 | brusk56

13. kampanyaya ku ez hêviyek mezin jê dikim.

tiştek din jî heye.
divê em ji îşev pê ve despê bikin û tirşika xwe amade bikin.
yanç divê tirşik têr û tijî be ji hêla sernivîs û peyaman.
sibe êvarê wê bi sedan kes cara yekem navê tirşikê bibihîze û wê werin lê binêrin.
lewma divê tirşik baş xûya bike..



30.04.2020 13:07 | brusk56

12. min ji niha ji 2-3 kesan soza piştgiriyê girt.
ger nasê we hebe, ên xwedî pir şopîner, hûn dikarin ji wan tweetek bixwazin.
(bnr: lîsteya kesên ji bo piştgiriya kampanyaya danasîna tirşikê alikarî bê xwestin)

ji bo tagê, çi pêşniyarî heye gelo. bi min em tagê jî, hilbijêrin ji niha tweetên xwe bi wê tagê bişînin.

pêşniyariyên min ;

#tirşiknet
#warêkurdî
#tirşikakurdî
#ferhengakurdî



30.04.2020 13:03 | brusk56

6. min dest bi danasîna kampanyayê kir.
danasîna kampanyaya danasînê *
ji kurdînûsan re peyam dişînim û van vedixwînim kampanyayê. bila haya wan ji niha jê hebe.
hûn jî dikarin kurdînûsan re peyam bişînin û ji wan piştgirî bixwazin ji bo roja îniyê.



29.04.2020 21:31 | brusk56

1. silav gelê tirşikvanan !
ez dixwazim em hemû, 1'ê gulanê saet 20.00'an de kom bibin û li ser hesabên xwe yên twiter'ê û li malperên din ên medyaya civakî dest bi danasîna tirşikê bikin. em tagek hevpar diyar bikin û heta derengê şevê, tweetên di derbarê tirsik.net'ê de bişînin.

beriya çend salan**, me 2-3 mehan carekî, kampanyayek wisa çêdikir û bi rastî wê demê me gelekî feyde jê dît. gelek nivîskarên tirşikê, bi vê kampanyayê bi tirşikê nas bûn.

--wan salan, li ser twitter'ê ev qas zimanhezên kurdî tune bûn. ên ku bi kurdî dinivîsin hindik bûn. lê aniha bi hezaran profîlên twitter'ê tenê bi kurdî dinivîsin.

--ji xwe van pelên dawî , bi qasê ku ez dibînim, li ba ciwanên kurd, eleqeya kurdî gelek zêde bûye. beriya çend mehan li amedê fuara pirtûkan çêbû û li wir weşanên kurdî digotin em ji bala li ser kurdî gelek qayîl in. ji xwe mirov dikare vê rewşê li ser medyaya civakî jî bibîne.

--piştî şewba coronayê belav bû her derê welat, herkes li mala xwe, heta êvarê li ser twitter û instagram û tiktok'ê ne. bi min ji bo ku em herkesî bi tirşikê bidin nasîn, demekî guncantir tune ye.

--me salên borî, ji bo ku kesên navdar jî tevlî kampanyayê bibin, ji wan re peyam şandin û ji wan xwestin ku ji bo tirşikê tweetek bişînin. gelek gelek kesan, ji bo tirşikê tweet avêtin wê demê.
me wan rojan ji bo ku em wan bidin zorê, me lîsteyek amade kiribû *
lîsteya kesên ji bo piştgiriya kampanyaya danasîna tirşikê alikarî bê xwestin

--ji bo di danasînê de were bikaranîn, caps û sloganên xweşik lazim in. bi wan capsên komîk mirov dikare bala gelek zêdetir kesan bikşîne. me sloganên xweşik dîtibûn û bikaranîbûn. min aniha wê sernivîsê nedît. dema min dît ez ê di bin vê sernivîsê de zêde bikim.

--li tirşikê, teqez bala we kişandiye, beşa caps'an heye. li jor di rêze 5'emîn de ye. li wir di beşa "caps û karîkatûrên kurdî" de 681 karîkatûr û caps hene û bi piranî komîk in. ger em van caps û karîkatûran li tweetên xwe zêde bikin, ew ê tenê ji bo parvekirina wan bê retweet kirin.

--ev sernivîs jî belkî kêr we bê : hesabên twitterê yên nivîskarên tirşikê


ji kerema xwe re ger pêşniyariyên we hebe li vir binivîsin. hê 2 roj heye em amadekariya xwe bikin.



29.04.2020 11:42 ~11:43 | brusk56