Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [survivor 2020] de;

17. bernameya ku dile dil û ji dil temaşe nakim. lê temaşe dikim *

ez jî dizanim bernameyek vale ye. heta carinan dibêjim belkî hemû senorya li gor rewşê tên diyar kirin.

lê sedemên cûda çêdibin ji bo temaşe kirinê. mîsal ez a xwe bêjim.

ez û hevjîna em bi hev re dijîn. vaye mehek e, xwişka hevjîna min jî li mala me ye.
ez heta êvarê bi zarok mijûl im. wextê mayî de, an ji bo karê xwe dixebitim an jî pirtûk dixwînim. êvarê dema malî hemû li hev kom bûn, nikarim herim odeyeke din û li wir pirtûkek bixwînin an jî tiştek din bikim.

ji ber ku mirov dixwaze bi hev re wext derbas bike û ev yek jî encax bi kirina tiştek hevbeş pêkan e. an na mirov dibe biyanniyên di heman malê de dijîn. lewma êvaran di televîzyonê de survivor vekirî ye gelek caran. gelek caran bala me li ser tiştek din e. yekî bi telefona mijûl e yekî li ser kompeterê felan e, lê survivor vekirî ye.
ji xwe ji bo şopandinê, mirov 5 xulakan carekê berê xwe lê bizivirîne bes e.
ha ez bi serê xwe bijîm, welle hezar sal ser re derbas bibe ez venakim û lê nanêrim. lê aniha ji hebûna wê qayîl im.



16.05.2020 14:51 | brusk56

13. bernameya herî zêde tê temaşe kirin a li tirkiyê ye aniha.
îsal zêde zêde popûler bû saxiya serê koronayê.

wê rojê, acur weşana zindî kir ji insragram'ê mîlyonek kes temaşe kirin di heman demê de. bi rastî rekorek wisa ye ku belkî bi salan carek din nekare were şkestin.



16.05.2020 12:45 | brusk56

1. bernameya ku, nîvê zêdetir ê tirkiyê temaşe dike aniha.
piştî karantînayê êdî rêzefîlmên din nikarin beşên nû bikşînin.
acurê gew çûye domînîkê ji xwe re her roj beşekê dikşîne û diweşîne.



01.05.2020 18:19 | brusk56