Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [martin eden] de;

5. pirtûka jack london'ê emrîkî ye.

pirtûk li ser serpehatiyên, martin eden'ê hatiye nivîsîn ku li ser keştiyan karkeriyê dike û bi nas bûna dewlemandan û çanda wan û keçeke ji vê polê, jiyana wî digûhere.

zimanê pirtûkê, mijara pirtûkê gelek xweşik e. pirtûk baş diherike. min gelekî eciband, pêşniyar dikim.
ji vir pê ve wê talûkeya spoiler'ê hebe haj xwe hebin.


jack londan nivîskarek sosyalîst e. di vê pirtûka xwe de, lehengê bûyerê martin eden ne sosyalîst. jack london, di axaftinên kîtêb de jî sosyalîzmê naparêze û li dû propaganda an jî ravekirina sosyalîzmê nakeve. lê martin eden'ê ferdperest bi serpehatiya xwe gelek tiştan nîşanî me dike. ji pola karkeran derdikeve û ji dewlemendan dewlemendtir dibe lê xwe di nav wan de jî nabîne û nema dikare ji xwe sedemek bê jiyanê bibîne û xwe dikuje. dawiyek trajîk bû. ez pê xemgîn bûm.



23.05.2020 01:45 | brusk56