Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [terikandina cixareyê] de;


25. Ya ku ez bi xwe nizanim tiştek çawa ye lê dibêjin gelek zehmet e.

Lê pêşniyariya min ev e. Berî her tiştî xwe îkna bikin û bi rastî divê hûn bixwazin dev jê berdin. divê hûn alê derûniyê de her tiştî hel bikin û biryarek tewez bidin. Bêjin min biryar daye ez ê dev ji kişandina cixarê berdim. Paşê ne hêdî hêdî lê carekê de dev jê berdin. Dev jê berdan ne rehet.



Ji bikaranîna dermanan netirsin. Îlacên baş û bibandor jî hene ku dikarin ji we re gelek bibin alikar.(bnr: zyban) Li nexweşxaneyan di nav beşa nexweşiyên singê de poliklinika terixandina cixarê heye. Bi tirki sigara biraktirma poliklinigi. Herin li wê derê îlaca xwe bistinîn û dev ji vê jehrê berdin.



Despê kirin xeletiyek mezin bû lê ya mezintir jî domandin e.

Tenduristiya xwe û derdora xwe, perê xwe û zarokên xwe ên ku wê bi meyzandina we dest bi cixarê bikin bifikirin..



12.03.2015 20:10 | brusk56

9. biryarek rast e, ji bo rewşa tendûristî û aboriya mirov. him kî dev ji cixarê berde, dibe sedema terikandina hin kesên din û kî despê bike dibe sedema despê kirina hin kesên din. him jî ev qas, ên li der dora mirov e. yanê an heval e, an kur û keç e, an jin e hezkirî ye ..



11.05.2014 02:51 | brusk56