Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pk] de;

8. filma beriya 8 mehan min ji bo temaşekirinê daxistî. şeva borî bu nesîp ku temaşe bikim, lê wisa bêjim ji bo ku bikarim guhdarî vê filmê bikim saet 4an razam û wextê min guhdarî dikir qet ranezam û ev nîşaneya çiqas-xweş-buna wê ye.

fîlm li ser bingeheke xeyalî hatiye avakirin lê senaryo ewqas baş hatiye nivîsîn hema hema mirov ferq nake ku behsa zilameke der-dinyayî dike. honandina filmê pir baş e, mirov qet bala xwe jê nade. weke her filmê aamir khan pir pêkenok e.


weke her filmê holywoodê ev film jî evînê dihewîne lê ne weke filmên holywoodê vê evînê çavê mu re nake. serlehengê me ne ji dinyayê ye û bi girtina destê mirovan dikare her tiştî hîn bibe û weke din pir jîr e. bi dîtin û gotinên xwe rexneyeke qerrase li olan hemuyan dike.

tişta herî zêde ez lê keniyam; pk(serlehengê me) ji ber ku ne ji dinyayê ye tiştan nû hîn dibe, ji ber ku şalê yekê çuye quna wî, şalê wî rast dike paşê dibêje min tişteke xelet kir û şalî dîsa têxe cihê berê.



28.10.2015 17:08 | azadixwaz

3. filma keyfa min ji niha ve jê re hatî û bawerim keyfa imdbê jî jê re hatiye ji ber ku 8.6 dayê. niha filmê dadixim û înşileh demeke ne zêde dûrde ezê fikrên xwe yên li ser filmî ji vir biweşînim.



15.02.2015 13:48 | azadixwaz