Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiyan li ser gerstêrka venûsê] de;

1. Îro (14.09.2020) derbarê gerstêrka venûsê nûçeyeka balkêş hat parve kirin. Maqeleyeka aKademîk derket û gorê vê maqaleyê di nav ewrên venûsê de gazeka bi navê fosfîn hatiye ditin ku ew gaza tenê ji aliyên tiştên bican tê çêkirin. Here lînkê
Ji xwe dihat texmîn kirin ku ewrên venûsê ji serzemînê venûsê hêniktir e û seba jiyanê mûsaîd e. Germahiya serzemîn ji 400 santîgrat zêdetir e. Lê belê germahiya di nav ewrên wê gerstêrkê dadikeve ta 30 santîgratê.

*nasa di nav wê xebatê de tinne ye. Lêbelê ew xebata bala wan jî kişandiye Here lînkê

**Bi rastî tenê ew maqeleya ne, wan rojên dawî xeylek kesên din jî derbarê venûsê nîşan didin û dixwazin nasa weke marsê ji bo venûsê jî mîsyonên nû çêke. Here lînkê. Lowma wa tişte ji bo wan weke pr bû. Ez bawerim sibe îro elon muskê derkeve û bêje ez ê millet bişinime venûsê jî.



14.09.2020 21:13 ~21:16 | cinorek