Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [etîmolojiya peyvên kurdî] de;

5. Koka peyvên hanê xûya dike ku yek e;

1- bajar (şar)
2- bazar (firoşgeh)

Piştî ku peyva niha di kurdî de bi maneya şar şiklê /bajar/ girt, ji zimanên din peyva bazar dîsa ketê zimanê kurdî. vêja ew bû /bazar/ hat vateya cihê ku tiş lê tên kirrîn û firotin.



02.10.2023 14:25 | cinorek

3. Îro dixwazim behsa peyvek dî bikim.
Peyva kanîn yanê karîn.
---
Minak
"Ne kanim bixwînim ne kanim binivîsim. Ne kanim temaşe bikim ne kanim guhdar bikim. Wer demeke werg î pûç î bêfayde ye ku car caran bo hebûna xwe dikevim şik û şubheyan. Vîrusa korona însên bi saxî dixe tirbê" (ji bloga omer faruk baran)
---
Ew peyv ya ji peyva erebî ya قنع (kanaa-t) hatiye yan jî peyva karîn gûheriye û ew şekl girtiye.
---
Her wiha bi soranî û farisî şûna karîn û kanîn peyva tewanesten bikar tinin. Çima di zimanên dî ên îranî de ewpeyva kanîn/karîn tine yemerax dikim.



11.10.2020 15:09 ~2020.10.12 12:44 | cinorek

1. Mijara ku tirşikvanên ji peyvan hezdikin li ser vê behsa etîmolojiya peyvên kurdî dikin e.

Ez bi pirsa 2 peyvan destpêbikim;

Peyvên xwedê û xweceh (xoce, mamoste) xûya dike ku ew tekildarê heV in.
Lê nizanim ew koka wan xwe tenê te manaya "self" yan tiştek mina baweriya wehdaniyet heye li wir?

---

Edît 1:
Di ferhenga farsî de yek ji maneyên xweceh (خواجه) weke "maldar" hatiye nivisandin.
Texmîna min ew wisa ye xwe (xwedî) - cih (şûn).
Wê çaxê em dikarin bibêjin ku peyva xwa/xwe ji koka sahîb bûn tet.



09.10.2020 13:50 ~2020.10.11 15:00 | cinorek