Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fatoş stêrk] de;

1. Lîstikvanê sînemayê ye. Li ser medyaya civakî xeylek wext e di şopa min de ye. Xwediyê stîlek xweş e. Ya herî xweş jî ew e ku hema hema her tim bi kurdî dinîvîse. Dixwazim fîlmeka ew lîstiye temaşe bikim.

Bîo ya wê ya li ser podcastkurdi.com wisa nivîsine;

Fatoş Stêrk li Batmanê ji dayîk bûye. Lîsansa sînemayê ji zankoya Marmara ya Stenbolê wergirtiye. Stêrk bi xwendekariya xwe re dest bi kar û xebatên çand û hunerê kir. Gelek fîlmên kurdî û tirkî de pişt kamerayê kar kirıye. Ji sala 2012an heya 2019an weke xwebexş li weqfa Îsmaîl Beşîkçî de xebîtî û herwiha wek endamekê revebiriyê jî li Amedê xebitî. Di wan salan de kordînasyona gelek festîvalan de cîh girt. Di salên 2014-15an de li rojnameya BasNewsê de di beşa çand û hunerê de xebitî. Piştî xwendina xwe ya Stenbolê berê xwe da Amedê û li wir karên xwe yê sînemaya domand. Du fîlmên metradirej û şeş kurtê fîlmên kurdî de wek listîkvan xebitî. Di sala 2019an de wek producer belgefîlmek ku di debarê jinên ezîdiya çêkir. Niha di PodcastKurdiyê de rêvebiriya bernameya Kadraja Kurdî dike û ji bo hin kovaran nivîsên sînemayê dinîvîse.



27.11.2023 09:42 ~09:43 | cinorek