Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rich dad poor dad] de;

1. Navê pirtûkekê ye ku ew gellek wext yek ji bestsellerên dinyayê bû.
yanê, (bnr: bavê dewlemend û bavê feqîr)

Pirtûkek teşwîqkar e ku di derbarê qezenckirina pere û despêkirina karek aborî de ye. Lê ew perspektîfa mirovahî pir paşguh dike. Her tişt bi mantiqa ku pere têxe berîka min an na, hatiye peyivîn.

Jixwe nivîskarê pirtûkê, robert kiyosaki hevalê donald trump e. Di heman demê de, Trump Robert Kiyosakî ji xwe re wekî referans dihesibîne. Ev dikare bibe kurteya pirtûkê. ew pirtûk kurtenvîsa îdeolojiya kesên mîna trump e.

mînakek ji pirtûkê:

bavê feqîr: pir bixwîne/bixebite da ku tu karibî şirketeke baş ji bo xebatê peyda bikî.
bavê dewlemend: pir bixwîne/bixebite da ku tu karibî şirketeke baş bikirî.



15.12.2023 12:53 ~13:05 | cinorek