Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [orhan pamuk] de;

20. Bi saya xelata nobelê ya ku wergirtiye, di cîhanê de xwedî navûdengek girîng e. Li koreya başûr, wek nimûne, hûn dikarin wergerên Koreyî yên pirtûkên wî li piraniya pirtûkfiroşan bibînin. Hejmara Koreyîyên ku Orhan Pamuk dixwînin û nas dikin jî pir zêde ye. Çaxa ez sife çûbûm koreya başûr ew tişt bi min ecêb hatibû.

Min li Taylandê yek balkêştir dît. Pirtûka Orhan Pamuk a rasterast bi tirkî li pirtûkfiroşekî sahafan hebû.

Balkêş e, kesê ku tirkan bi cîhanê wisa bide naskirin, ji aliyê piraniya tirkan ve nayê ecibandin. Xwezî ew kurd bûya û pirtûkên xwe bi kurdî binivîsanda.

Û, van rojan ez pirtûka Orhan Pamuk a Şevên Belayê (veba geceleri) dixwînim. Dema ku ew qediya ez ê li vir kurte nirxandinek bidim.



06.02.2024 08:56 ~08:57 | cinorek