Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayesar

profîla "bayesar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pantorên skinny] de;

1. Pantorên ku gelek teng û bi çermên meriv re dizeliqin.jixwe navê wî ji vir tê.skin peyveke îngilîzî ye û wate wê çerm e.
Ev bûne moda û ji bela wê li dikanan hema bibêjî ji sedî nod ev pantor hene.ez bixwe slim fit li xwe dikim û van rojan bi zorê gorî xwe pantor dibînim.bi vî awayî dewam bike ew ê hemû pantor bibin skinny û em ê bê pantor bimînin.

Edît: Li ser rexneya ji bo peyva pantor ez gotinek bibêjim.Gava ez mijarekê vedikim çiqas ji destê min tê ez peyvên standard bikartînim.lê îcar min gorî dilê xwe ev peyv hilbijart û bawer bikin ev peyv li amedê belav e.hetta li amedê bi vî navî dikanek jî heye.



28.11.2019 11:08 ~16:45 | bayesar