Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayesar

profîla "bayesar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşniyarên tirşikvanan ji bo sûd girtina ji mirovên tên newrozê] de;

1. em zanin ku her sal bi hezaran mirov ji bo newrozê kom dibin,stranan guhdar dikin,govendê dilîzin û belav dibin*Lê tenê ev e. tişteke din jî tuneye,yanê.



Divê ku newroz ji zû de bibûya çalakeke çandî.Divê ku fuar ,forum û standên derheqê her mijaran de bihata vekirin.lê sîyasetmedarên me hîn jî wê tenê ji bo propagandayên xwe bikartînin.Ji ber wê ez êdî naçim newrozê heta ku biguhere wek çalakek baştir*



Lê ez dev ji wê meseleyê berdim.a ku ez dibêjim ev e:

madem ku evqas mirov kom dibin ji bo çi em ji wan sûd û feyde negrin? ez bawer im nav wan de yên pirr zana hene.ew agahiyên xwe bi me re parve bikin bi we jî wê berhemên baş dernakevin holê?*.wek mînak pêşniyarê min ên wisa hene:



(bnr: vekirina stand ji bo tomarkirina biwêj û pêşgotinên kurdî)

(bnr: vekirina stand ji bo tomarkirina çîrokên kurdî)



19.03.2014 21:22 | bayesar