4. gotinek ji helbesta rênas jiyan - kul û kulîlk ê ye.
Ger ez ba bûma
Min ê porê te bialasta
Ger baran bûma
Xwe li nav çavê te bixista
Îcar jî ji vê kulê nemirim nemirim nemirim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim
Careke din hew hez dikim
Xezalên tî avê vedixwin
Ji golên çavên te
Çûkên baskokirî
Dilîzin li ser milên te.
Xezalên tî avê vedixwin
Ji golên çavên te
Çûkên baskokirî
Dilîzin li ser milên te.
Meşka xwînê ye ev dilê te.
Hevîrtirşê êvara ye kilê te.
Meşka xwînê ye ev dilê te.
Hevîrtirşê êvara ye kilê te.
Îcar jî ji vê kulê nemirim nemirim nemirim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim
Careke din hew hez dikim.
Ger ez ba bûma...
Min ê porê te bialasta.
Ger baran bûma...
Xwe li nav çavê te bixista
Îcar jî ji vê kulê nemirim nemirim nemirim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim
vîdyoyê veke
|