Tirşik - Profîl
tirşik-profîla renas

profîla "renas"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja zimanê kurdî] de;

2. (bnr: roja zimanê dayîkê)



11.05.2014 15:04 | renas

1. ji bona roja zimanê Kurdî 15 Gulanê li Bakûrê Kurdistanê ev roj tê pîroz kirin, di 15 ê Gulanê de yekemîn hejmara kovara Hawarê derket û ev roj ji sala 2006`an ve wek roja zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê hate pejirandin.



Roja 15 Gulanê, salvegera kovara Kurdî ya bi navê (Hawarê)`ye ku di sala 1932’yan de, ji alîyê Celadet Elî Bedirxan ve bi tîpên latînî li bajarê Şamê yekemîn hejmara Hawarê hatibû derxistin.



Bi vê helkeftê, li bakûrê Kurdistanê hefteyekê bi çalakiyên cihêreng cejna zimanê Kurdî bi civîn û semîner û şanoyan tê pîroz kirin û di civînan de girîngiya zimanê dayikê ji gel re tê nirxandin.



Her weha di hemû çalakiyan de li ser rola kovara Hawarê di parastina ziman û perwerdeya Kurdî wek gaveke dîrokî dê were nirxandin.



11.05.2014 15:03 | renas