Tirşik - Profîl
tirşik-profîla renas

profîla "renas"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja zarokên cîhanê] de;

5. peyama zarokan a derbarê 1 ê pûşperê roja zarokên cîhanê de

Ji raya giştî re

Em hemû zarokên azadin û kes nikare azadiya me ji destê me bistîne. Zarok wekî masiyên di behran de ne. Çawa ku mirovek diçe behrê qirêj dike û masî dimirin, zarok jî wisa ne. Bêgunehin, lê yekê xerab tê û zaroktiya wî dikuje. Qetla zarokan qetla siberojê ye.

Ez bangê li hemû kesên cîhanê dikim! Dest neavêjin zarokan û siberoja me qetil nekin.

‘’ zarok wekî çûkên ku bêdengiya daristanê xera dikin e.’’ Ya rastî ne dizanin çi bikin ne jî dizanin çi bidin kirin… ew jîndarên herî bêsûc û bêgunehin. Em takekesên herî biçûk yên civakê ne, wekî ku herkes dizane em heta 18 saliya xwe zarokin. Kes nikare me bide zewicandin yan jî xebitandin. Ya ji bom e herî qenc; jiyaneke xwezayî cîhaneke azad e. Em zarok, naxwazin ku wekî mezinan tevbigerin û bifikirin em dixwazin wekî zarokan bijîn. Ne wekî xwesteka kesî her wiha em dixwazin wekî rastiya zarokan bijîn

Em wekî Meclîsa Zarokan ya Amedê dixwazin vê ya bêjin: ol û nîjad û zimanê zarokan tune ye. Em zarokên cîhanê ne. Biryara meclîsa me: 23 yê nîsanê ji bo zarokên kurdistanê naye tu wateyê. Bi vê biryarê, hêdî em zarokên kurdistanê, em ê 1 ê pûşperê wekî roja zarokan pîroz bikin.

Bi vê hişmendiyê ‘ em ê bi rêveberiya xwe ber bi nasnameya azad ve bimeşin’ Em ê vê rojê diyariyê, zarokên li kurdistanê hatine kuştin, Berkîn Elvan, zarokên li bûyera somayê sêwî mayîn û zarokên astengderan dikin.

MECLÎSA ZAROKÊN AMEDÊ



29.05.2014 11:23 | renas

4. camér ji kerema xwe re jehra di dilé xwe de li her derî nebarîne. te yekcar edem kir.



22.05.2014 16:00 | renas

2. (bnr: danezana mafên zarokan a gerdûnî)



22.05.2014 11:22 | renas

1. roja mafên zarokan a navnetewî ye. di sala 1925 an de li bajarê cenevreyê bi tevlîbûna 54 dewletan ev biryar derketiye holê. ev roj ji bo mafên zarokan werê parastin hatiye diyarkirin. li 21 dewletan wekî roja zarokan tê pîrozkirin. li tirkiyê 20 ê sermawêzê wekî roja mafên zarokan û 23 yê nîsanê jî wekî cejna zarokkan tê pîrozkirin



22.05.2014 11:21 | renas