Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çarşema zipê] de;

4. ev rêwresma qedîm sê çarşemên beriya newrozê destpê dike, ji vî alî de sê cemreyên tirkan tîne bîra min. ji bo ku ruhên neqenc rê li ber herikîna xwezayî ya jiyanê negirin, mirov hin rîtuelan çêkirine. qasê tê bîra min me berê porê xwe jê dikir û porê jêkirî di nava kevirên dîwaran de vedişartin. îro ro hinkî veguheriye û bûye wek halloweenê, ku mebesta herdu şahiyan jî yek e; ji bo parastina xweşiyên jiyanê bizdandina ruhên neqenc.

çarşema zîpa bêhtir li gundên dêrsimê, amedê, êlihê û li derdora mêrdînê tê pîrozkirin. navê vê kevenşopiyê jî li gor hin herêman diguhere, yên ku mîna “qereçarsem”, “çarşema reş”, “çarşeme saî”, “qere çarşema zîpikan” û “axir çarşemba” yê jî pîroz dikin hene.

di şahiyê de me vê metelokê digo:

"zîp im zîpedar im
ku bibarim xweşbihar im
ku nebarim sermadar im."



16.03.2024 03:28 | tizbîkêş