13. organîzasyona ku ji serî heya dawî min da pey û temaşe kir. ji serê serî favoriyên min fransa, holanda û almanya bûn û min wekî alîgirekî holanda cihê xwe girtibû. kêfa min ji tîmên ku xweş dilîzin û pir defansê nakin re tê lew îmana min ji lîstika arjantîn diçû. ne dilîst û ne jî dida lîstin. ji ber vê yekê arjantîn bi kê re bîlîztana hima maçê di hev de asê dikirin û dibirin penaltiya. min jî dixwest almanya heft heşt heb xol bavêjê lê nebû qismet dîsa bi xolekî min kela dilê xwe di wan da rehet kir. |
|
14.07.2014 01:23 |
ceso
|