Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şefik beyaz] de;

1. Şefik Beyaz di 10’ê meha Rezberê ya sala 1956’an de li gondê Oleka Jorîn a Bedlîsê hatiye dinyayê. Beyaz dibistana seretayî li heman gondê, ya navîn û gimnazyumê li Bedlîsê, perwerdehiya bilind li Zankoya Ataturk Peymangeha Wêjeyê Beşa Filolojî ya Zimanê Erebî-Farisî xwendiye.



Beyaz di sala 1979’an de li wezaretxaneya Avadaniyê dest bi karî dike. Di heman demê de serokatiya liqê Sendîqaya Karkerên Avadanî-Baysen, endamtiya kargêriya navendî û nûneriya herêmî ya sendikayê dike.



Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Rezberê ya sala 1980 bêgav dimîne û derdikeve derveyî Tirkiyeyê û li Almanyayê ji bo wî jiyana penaberî ya siyasî destpê dike. Di van salan de Beyaz li ser ziman û wêjeya Kurdî dest bi ligerîn û lêkolînê dike û ferhengokeke Tirkî-Kurdî ku ji 12 hezar xalan pêk tê, amade dike. Di heman demê de Beyaz li Enstîtuya Goethe-Bonnê perwerdehiya zimanê Almanî dibîne.



Beyaz di destpêka sala 1992’an de vedigere Tirkiyeyê û bi komek hevalên xwe ve rojnameya Welat a hefteyî Kurdî û kovara Rewşenê a mehanî ya çandî wêjeyî û hunerî derdixin. Beyaz demekê serkariya kovara Rewşenê, û rêveberiya Navenda Çanda Mezopotamyayê dike. Beyaz di heman demê de di nav xebatên amadehîya avakirina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih digire. Piştî kuştina Musa Anter î serokê avakar ê enstîtuyê, di kongreya yekemîn a sala 1993’an de wek serokê enstîtuyê tê hilbijartin. Beyaz di navbera salên 1993-1997 û 2003-2006’an de Serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dike.



Beyaz di sala 1995’an de wek namzetê parlamenter û di sala 2004 û 2009’an de jî wek namzetê serokê şaredariya Bedlîsê tevlî hilbijartinan dibe.



Ta niha sê pirtûkên Beyaz ku bi navên Pirçandîtî Demokrasî Kêşeya Kurdî, Pirçandîtî û Kurd, Ziman û Raman tên zanîn, hatine weşandin. Beyaz zewicî ye û bavê keçekê û lawekî ye.



10.05.2015 23:29 | ceso