Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengê amerîka] de;

4. (bnr: weekly music)



14.05.2015 03:12 | ceso

3. Ji bo xwe wiha gotine:



Dengê Amerîka , ku li sala 1942 hat damezirandin, ajanseka nêvneteweyî ya ragehandinê ye û ser bi hikûmeta Fedral ya Amerîkî ye. Di heftiyekê de, Dengê Amerîka nizîkî 1,500 demjimêrên nûçe û babetên din ji bo 125 milyon kesan li seranserî cîhanê belav dike.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li roja 25 meha 4, 1992 hat damezirandin, piştî Şerê Kendavê. Pişka Kurdî rojane sê demjimêrên nûçe, pêzanîn û babetên din belav dike. Li Adara 2010, 21 karmend û 9 peyamnêr bo Pişka Kurdî kar dikin



14.05.2015 01:04 | ceso

2. Ajansa ku wekî ya dengê rûsyayê radyoya wê jî heye û li binê hin nûçeyên xwe "qeyda deng" a nûçeyê jî diweşînin. Bi ya min ji spûtnikê çêtir e û ji hemû cîhanê xeberan diweşîne wekî mînak

Here lînkê



14.05.2015 00:47 ~00:51 | ceso

1. Ajansa fermî ya dewleta amerîka ye ku di nav zimanên wê yên weşanê de kurdî jî heye. zûde ya heye û lê ji ber ku reklama xwe nake pir nayê zanîn reqîbê dengê rûsya ye. herdû jî ji ber ku xwe bêtir bigihînin kurdan dest bi weşanên kurdî kirine him jî hima bêjin berî hemû ajansên kurdan dest bi vî karî kiribûn

Dengê amerîka Here lînkê



14.05.2015 00:35 ~01:06 | ceso