Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêdîn im, îman berdayî] de;

1. helbesteke arjen arî ye. fermo:



hisret û meyl û tenayî

ne şiyar im, ne razayî

li ber çavan tu xuyayî



xewa heyî evînê bir

hisret ji meylê bû pir

xwe berda dil b'dujminayî.



xwe berda... kûr xwe berda,

ji lêvan xwe berjêr berda;

kasa meyger de tenayî...



meyger ev kas ya çenda ye?

bi navê bedo te mey meye

tahm-hisret reng-sûriyayî?



meyger meyek din werîne.

hizr û meylê jê derîne,

da bide min tahmek xudayî



wê şevê, derengî şevê

berdam meyger, berdam xewê

kase bûn lêvê bedewê.



bedew hizr e bedew meyl e

qeyse wê me j'min re meyl e

evîndar û dil memdayî



şewt ne bes, kizîn ne bes e?

ev şev û mey û ev kas e...

bêdîn im, îman berdayî!...



12.06.2015 20:56 | ceso