Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sedemên rojî negirtinê] de;

7. ê min tu sedemên min tunebûn ji ber ku ez misilmanekî durust bûm min digot "ez nikarim bigrim" qey bi zor e wîî! Û min nedigirt. wextê ku min nimêj jî dikir min rojî nedigirt. yanî ew gavên ku ez misilmanekî muhafazakar jî bûm min rojî nedigirt. qet ji bîr nakim rojekî ez ê ji gund biçûma farqînê û bêrojî bûm. Li gund fitar bûm û kesê lomeyan Li min nedikir min jî got herhal farqîn jî wisa ye!! min nizanîbû ku li farqînê hîzbilşeytan li her derî hene. Ez serê sibê heya saet çar û pêncan tî û birçî geriyam. Axirê min xwe avêt bextê şîranîfroşek mi go abê Ez xwe diavêjim bextê te serê sibê da heya niha fitar im lê dikim ji tî û birçîna bimrim ka ji kerema xwe re di cihek veşartî de hinek tiştan bide da ez bixwim û vexwim xwedêjêrazî hinek av û şîranî da min* û min jî li quncikekî bi dizî xwar. herî dawî sala çûyî min rojî girt. Ji ber ku êdî herkes digirt. Min heya panzde rojan jî girt û min îsyan kir mi go ez êdî nagirim vêca heval û hogir pirsîn ka sedem çî ye xêre tu nagirî, min jî go welle ez ê herim dixtor rapor bistînim gava xwedê go ka rojîya te ez bêjimê ha ji te re ez raporlî me* û bêhenek ez çûm dixtor lê îsal bêrapor ez nagirim. Nagirim ewqas.



22.06.2015 14:04 | ceso