Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevotin] de;

1. Lêkereke kurdiya resen û orgînal e. Bêxwedi ye, bexwedî maye. Wateya wê hîn kirin, fêr kirin, 'elimandin e. Rebena xwedê tenê di destnivîsên kevnar de maye û hatiye jibîrvekirin. samî tan lêkerê weke hêvotin û hêvoştinê jî raberê me dike.



Lêker => hevotin

Rayeka dema borî => hevot

Herwekî "min xwe hevot anku min xwe hîn kir"

Rayeka dema niha => hêvoj

Herwekî "ez xwe dihêvojim anku ez xwe hîn dikim"

Peyvên dariştî => xwehêvoj anku xwe bi xwe hîn kirin*

Herwekî "her kurd hima bêje xwehêvoj e lew zimanê nivisîn û xwendinê bi cehd û keda xwe hîn dibin"



Ji ristên qlasîk mînakek ji beyteke melayê cizîrî



Hostayê 'işqê dil hevot ser ta qedem hingî disot

Remza enelheq her digot bawer bikin mensûr e dil



29.10.2013 00:35 | ceso