Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşikvanên ku dixwazin li ber destê dr.simurg tedawî bibin] de;

1. ez im ew kes. çendekî ye ku nizanim çavê kî ye li min ketiye û bi nexwşbûn li ser nexweşbûnê dikevim. ez wisa kurdekî serhişk bûm ku tenê ji bo raporstandinê diçûm dixtor û mixtoran lê li vê ecêba giran binêrin ku vî feqîrê xwedê di vê ciwaniya xwe de di nav du mehan de ne polîklînaka acîl hişt, ne cerrahiya giştî hişt û ne jî psîkîyatrî hişt ku neçûyê. di van demên dawî de li dixtorek kurdîzan digerim. lew re ez dixwazim gava ku bêjim " dixtor beg kefçika dilê min diêşe " bila fehm bike, lew re gava ez bêjim " psîkîyatr beg ez hinek meselan pirrî difikirim êdî hişê min diçe, ger li vir im, ger li wir im, yanî hişê min bela wela ye lo". û bi taybetî jî dixwazim peyva "lo" an jî "lê"yê bi kar bînim. herwekî dixwzim bêjim" lo dixtoro ez nexweş im nexweş, bi çar derban birîndar im, birîna min xedar e dilê min bi kul e lo lawo lo lawo! min xwe avêtiye bextê îro çarekî ji wan çareyên hezar sal berê ji min re peyda bike lo dixtoro"

(bnr: li ber kilama hekîmo emeliyata birînên xedar)



26.12.2013 20:24 | ceso