Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kaşkirina neynokan bi penseyê] de;

1. Tişta ku tevî îro di jiyana min de cara sêyemîn jî hate serê min. Belê vê mîrata neynoka pêçika mezin ya piyê min salek du sal carek sist dibe û dileqe lewma ez ê jî berê xwe bidim dixtor. Yên berê bi hêsanî derbas bûn lê ya îro wekî îşkenceya çînê bû. xwedêyoo! Dixtor jî matmayî mabû bê çawa deng ji min dernediket. Belê ez qala kişandina neynokê dikim. Dixtor got em ê pêşî lokal anestezî bikin û rakir derziyekî bitiryaq ku li pêçiya min bixe lê dikir nedikir, tiryaqa ku di zikê şirinqeyê de bû nedikete pêçiya min. Belê dixtor jî cihekî din ceriband. Cihekî din jî û cihekî din jî û cihekî din jî... Û cihekî din jî... Dixtorek din jî hat û wî jî hinekî xwe ceriband heya ku pêçiya min li ser xwînê ma. Dawiya dawî bi darê zorê ava zikê şirinqeyê enjekteyê pêçiya min kirin û neynoka min bi pensê kişandin. Erê min hay heye dilê we xeliya.



23.04.2014 23:15 | ceso