Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [reykjavík] de;

2. wê rojê di xewna xwe de wekî tûrîst çûme vê derê. dema ji otobusê peya dibim a ku me ji balafirgehê digihîne bajêr, di îstasyonekê de riya xwe winda dikim û ji koma gerokan vediqetim. berf bibare jî kêfa min li cih e, bi min re xema windabûnê tune ye. wekî bajarekê çîrokî, berevajiya serma û seqamê, ez bi rûhekî efsûnkirî li derûdora xwe dinerim.

ka hebekê jî bala min bikişanda min ê bigota ev lîstik û arezûya binhişê min e, îja ji xêncî rêzefîlma sense8 min navê reykjavikê jî nebîhistiye. ku çend sal berê min lê temaşe kiribû. apxêr.



05.11.2021 21:11 ~2021.11.06 08:49 | biruya hayao miyazaki