Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkxaneya mephisto] de;

8. (bnr: pirtûkfiroş)
sê-çar qat e, di beşa weşanên perîyodîk de car carinan rojnameya basnûçeyê dibe lê îro min ne dît. nizanim hat qedexekirin ya na. kafeya wê, bi taybetî hêla teras xweş e. çaya wê ya qedehî 3,50; ava şûşeya biçûk jî 1.50! sufleya wan jî ne qasî bihayê xwe bû!

hin pirtûkên kurdî jî tê firotin lê mixabin li cem mezinahiya xwe tunebûna beşekî ji bo weşanên kurdî ev ne tu taybetî ye lê belê gelek pirtûkên vekolîn ên li ser mesela kurdî ya bi nêrîna çepgiriyê an jî neteweperweriya kurdî hatine nivîsandin hene. divê em heqê wê bidin.

tiştên li vir tê firotin, gelek biha ne. min îro ajandayeke pirsî, gotin, 54 kaxid, yekî din 80 nizanim çend bû! yanê min ê îro dest bi nivîsandina ajandayê bikira! miradê min di qirika min de ma. lê ez pir gerê li vir hez dikim. dikarim pirtûkan vekolînim û heke ketin serê min, ez ji înternetê dikirim. ji ber ku jê erzantir dibe her carî. tenê van alavên qirtasiyeyî ji înternetê nayê kirrîn bêyî dîtin! her wiha...



01.01.2018 22:48 ~22:50 | biruya hayao miyazaki