Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [me vê xwarinê li derve bixwara wê x lîre ba] de;

7. Hevokekê edetî ya ji qanûnên nenivîskî ya malbatên Kurdan e. Hîn pêr min xwest kebab sparîşî malê bikim. Îja xweha min dest pê kir, "law tu gune ye, hewqas pere ma ne heyf e. Ez ê aniha bi riya erzan xwarinekê biekl û xweş çêkim." Yanî tê bêjî qey ez xwarinên wê naecibînim û her tim ji dervê dixwim, vedixwim! Nikarim delîlek bînim lê ev pêşniyaza sparîşê wekî zimandrêjkirin bo kevanîbûna wê dihesibîne. Çi bertekekê heweskujer e û her tim wiha ye. Îja heke li malê tenê bim ji xwe re dikirim, dixwim û gava ew poşet û pakêtên jêmayî dibîne, dibêje "te çiqas pere da? ka ji min re? Ma neheqê min e jî law!" û rûyê xwe dadiliqîne. Were dîn nebe. Nêta min ew e ku him ew nebetile û him jî em xwarinekê ne ji rêzê bixwin û kêf bikin lê tehm di devê min de nahêle.

(bnr: hawar)



01.11.2023 08:45 ~10:48 | biruya hayao miyazaki