Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîya cafe] de;

4. navê kafeyekê kadikoy e. cihekê kurdewar bû. lê vê dawiyê çûm konsepta xwe kirine cafe&bistro. dîsa jî mirov dikare kurt kahvesî an jî çaya qaçax vexwe.

hundirê wê pir tarî ye. her wiha bexça wê jî ne bexçe lê balqona teng û dirêj a yek ji malên stenbolê ye û bi şînkayiyên plastîk hatine xemilandin. li wê derê rûniştin, kitêb xwendin xweş e. lê êdî mirov nikarin tê de tawla bilîzin. :/



19.10.2022 21:27 ~21:30 | biruya hayao miyazaki

3. wek destebirayê min, ev kafe ji bo min jî gelek bîranîn dihewînin. wekî gelek kafeyên kadikoyê ev der jî lgbt-gir bû. min hinin beşên teza mastera xwe li wê derê nivîsandibû, ji ber çaya qaçax di nav hevalên min de cihekî pîroz bû û pir caran bo randevûyê çûbûm wê derê. serê min hindik li wî binbanê nizm neket dqn:( nav lê bexçe lê nîv balqon tê de hebû ku pir teng (çar maseyên li bin qûnên hev hatibû rêzkirin) û li bin çavên xelkên apartmanên der û dorê bû; çawa bûbû favoriya min hîn jî nizanim. hêviya min ew e ku nehatibin girtin lê dema şert û mercên pandemiyê tê bîra mirov, mixabin nabe ku mirov li ber wê nekeve.



22.08.2021 20:48 ~20:49 | biruya hayao miyazaki