Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wateya xewnan] de;

8. hinin xewn hene ne yên şîrovekirinê ne, wekî tiştên ku berî xewnê hatine çêkirin, dîtin an bihîstin hwd (bandora fîlman, pirtûkan an jî bûyerên mezin ên di demekê berê de hatine qewimîn). yên ku tên şîrovekirin, xewnên ku piranî têkiliyên wan bi bûyerên rojane tune ne.

car caran geh bo ya xwe geh bo ya dayika xwe, serî li şîroveyên xewnan ên înternetê didim. lê gelek caran bo heman têgihê him şîroveya neyînî û him jî ya erênî didin. bi vê jî tu xêra xwendinê namîne. mîsal bîska din min li maneya gayên zer ên qiloçmezin neriya. geh dibêje ya xêrê ye, geh dibêje wê bûyerên ne xweş biqewime. ka min çi jê fêm kir.*

li înternetê şîrovekarên derîslamê jî hene. lê ez bi xwe yên îslamî çêtir dibînim, herçiqas duserî bin jî.



19.03.2022 11:28 ~11:29 | biruya hayao miyazaki