Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji rojevê revîn] de;

7. şeş meh e, ez vê tiştê dikim û bi vê armancê berê min destpê temaşekirina rêzefîlma the big bang theory kir û xelas kir, ku 9 sezon e, dawiyê min destpê game of thrones kir û nuha ez li sezona çara me, ku 5 sezon e. Aliyê din ev du sal bû, min dest bi teza xwe nedikir lê ji ber ji rojevê revîn ew jî bû helal û min ew jî xelas kir û ji bo mezun bibim hîn jî pê gelek mijûl dibim. Di navberê de min sê roman xelas kir: Tenêtiya sedsalî*, Gnole û pasewanêk le mezra*



û 5 şano û 6 fîlmê li sînema... û gerîn, heta ku tu bê bes e. gerînên bi girî û derew.



û heta ji destê min bê raketin.



ji ber ku tiştek din ji destê min nayê.



lê mere nikare ji rojevê bireve. wijdan nahêle berî her tiştî.



17.01.2016 23:13 ~23:35 | biruya hayao miyazaki