Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kul û derd] de;

29. beşa ku bûye hewşa min.* beş li benda tirşikvanan e ku kul û derdên xwe û baş û balkêş lê zêde bikin ku yên mîna min sûdê jê werbigirin. hema kengî têdikevim ferhengî, teqez carekê serî lê didim lê xuya ya yê ji kul û derdan miriye, tenê ez im. *



15.04.2020 00:52 | biruya hayao miyazaki

24. (bnr: mebesta kûl û derdê ya kevneşopiyê)



divêt bi hûrkirî bê nivîsandin lê bi kurt û kurmancî, ji bo alî hevalan bike, mebesta dana kul û derdê ev e:



yê didin piranî difikirin ku "li wê MİJARÊ ÇEND AGaHÎ Û RAMANÊN MİN HENE, LÊ TEVLİHEV Û DİBE KU kêm bibe. ji bo peyama ewil divêt mêrxas û jinxasekê derkeve û peyamek têr û tije binivîsîne. piştî jî ezê agahiyên xwe yê belav li bin wê peyamê rêzbikim."



li van rojên dawî li tirşikê mijarên kûl û derdan tê tijekirin. lê navê wê tijekirin e. "camêro" tenê hevokek, heger di roja xwe ya xweş de be, çend hevokan dinivîsîne û diweşîne. têkiliya vê tevgerê û, mixabin 3. xelatên tirşikê heye. ji bo hejmar divêt kûl û derdan neyê tijekirin. ez dinêrim, agahiyên ku ez zanim an jî nivîsandime, ji yê wan peyama ewil çêtir in. ez jî dikarîbûm wê mijarê vekiram, lê mebeasta kûl derdê min îqna kir û min ew şandin kozmosê. ji kerema xwe re kûl û derdan 'edim nekin*



ha min qet rêdana xwediyê kûl û derdan naxwazim. ev jî kevneşopiyeke ye lê min dev jê wê berda. hema mebesta kûl û derdê bê sepandin ji bo min bes e. car din jî destê wan tirşikvanan sax be. *



17.09.2015 17:16 ~17:22 | biruya hayao miyazaki

16. bijkoka ku naxebite. xwedêyo!



bijkoka ku tenê bi nivîsandina lêgerînê û tikandina enterê dixebite. bi tikandina vbnr'an (lînkên ku di peyaman de hatiye danîn û li bin wê mijar tune ne) naxebite. lê li gorî mantiqa arîstoyê, heg vê taybetmendî lê tune be, xebitîn û nexebitîn jî nabe mijara nîqaşê. tiştê ku tune ye, tune ye. hew *



15.03.2015 22:19 ~22:50 | biruya hayao miyazaki

11. bijkoka kul û derd hatiye rakirin!*xwedeyo, min çiqas ber xwe ket, nikarim vebêjim. erê em xêra wê jî qet nedît lê hêviyekî mezin belav kiribû dilê me! em bendê bûn. ev bendebûn ku sal derbasbû, qet kevn nebû û hêviya me her roj mezintir dibû! çima? ka bibêjin ji bo xwedê, çi gunehê bijkoka me yê reben hebû? ma qet destê we jî nerECİFÎ! CİHÊ WÊ BİJKOKÊN DANEGEH Û FORMAT! HEVAL HATİYE ANÎN. NA, NEBÛ HEVAL! EV TİŞT NEBÛ! MA HEMA HUN EW BİJKOKA AKTÎF BİKİRA MA EWÊ DİNYA TÊKETA BİN ERDÊ! XEMGÎNİYA MİN MEZİN E, GELEK MEZİN!



HEK HUNÊ YEK Jİ xelatÊn 1. rojbÛna tİrŞİkÊ BİDE MİN EZ NAXWAZİM. ew xelata didim jİ BO çalakiyên kampanya bira kul û derd carde bê anîn.



kul û derd, kul û derdê me ye.

kul û derd xeyalê me ye!

navê hêviya me kul û derd e!



20.05.2014 14:21 | biruya hayao miyazaki

6. xwezî ev fonksîyona tirşikê bi zûka aktîf bûba. carinan pir tiştên ecêb tê bîra min lê ez nikarim pênasîna wê bikim. ji bo ez bîra nekim her tim ser li kul û derdê dikim; lê mixabin rûpelekî rû-tirşik derdikevi ku ez fêmdikim hîn ev fonksîyona nehatiye aktîfkirin.



(bnr: êdî were yara min)



17.12.2013 13:33 | biruya hayao miyazaki